SerekeVîdêyo

Fransîya we hiz dike:Makron /vîdyo/

Serokkomarê Fransîyayê Êmanuêl Makron li ser rûpelên xwe yên medyaya civakî peyamek bi zimanê ermenî weşandîye.

“Fransîya we hiz dike”,-ewî nivîsîye.

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokkomarê Komara Ermenîstanê Vahagin Xasaturyan û serokkomarê Fransîyayê Êmanuêl Makron serdana Gumirîyê kirine. Serdan bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdheja sala 1988 a dest pê kirîye.

Nîkol Paşînyan û Êmanuêl Makron li meydana Vardanans bi axaftinên pêşwazîyê li kombûnê axivîne û spasîya xwe ji bo pêşwazîya germ dîyar kirine. “Dema ku em li Fransîyayê bi serok Makron re diaxivîn, min jê re gotîye: “Tu li Ermenîstanê pir populer î” û ewî gotîye: “Dibe ku tu zêde dibêjî”. Niha, her gava ku dîmeneke wusa diqewime, ez bi berdewamî tînim bîra wî, “Binêre, ez zêde nakim”.- Nîkol Paşînyan gotîye û peyva xwe daye serokê Komara Fransîyayê, dostekî mezin yê Komara Ermenîstanê û gelê ermenî Êmanuêl Makron.

Êmanuêl Makron gotîye: “Berî çûyînê, Nîkolê hêja, birêz serokwezîr, min xwest çend gotinan bêjim û spasîya we bikim. Berî her tiştî, ez dixwazim spasîya orkêstrê û hemû muzîkvanên ku konsêrt  raber kirine û wê berdewam bikin bikim. Her weha ez dixwazim spasîya we bikim ji bo pêşwazîya germ ya ku we li Yêrêvanê û li vir li Gumirîyê ji min û hemû şanda min re kirîye”.

Serokkomarê Fransîyayê destnîşan kirîye ku kesî kanûna sala 1988 a bîr nekiriye, dema ku demjimêr rawestîya, tevahîya cîhanê ji bo te, Ermenistanê, rabû ser pîya û Gumirî ji dojehê ji nû ve zindî bû û piştî zivistanê, biharên nû hatin. “Û berî ku ez herim, min dixwest ji we re bêjim ku ez pir serbilind im ku li vir im, li kêleka we. Em hemî zehmetiyên ku we di van salên dawî de derbaz kirine dizanin. Û heta ku Gumirî li vir be, Ermenîstan di aşîtî, aramiyê de, li kêleka Avropayê pêş dikeve. Û çawa ku em  kanûna sala 1988 a de li kêleka we bûn, em ê niha jî li kêleka we bin. Spas Gumirî, spas Ermenîstanê. Û qet ji bîr nekin: Fransîya ji we hiz dike.Bijî Ermenîstan, bijî Fransîya û bijî Gumirî”,-Êmanuêl Makron gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button