
Li Sûryayê ji ber daketina nirxê lîrayê û şerê Amêrîkayê û Îranê, bihayê kel û pelên sereke bi awayekî berbiçev zêde bûye.
Berhemên wek birinc, rûn û şekir here kêm 3 hezar lîrayên sûryayî biha bûn.
Şerê Îranê û Amerîkayê bandor kirîye
Şerê di navbera Îranê û Amêrîkayê de û daketina nirxê lîra Sûryayê ya li himberî dolarê Amêrîkayê sedemên sereke yên vê krîzê ne.
Ji ber van sedeman, kargehên xwecîhî kel û pelên xam biha dikin. Ev yek jî dibe sedema pêla bihabûn û xizanîyê li welêt.
“Parêzer e lê nikare debara xwe bike”
Şênîya Şamê Muna Zazayê behsa zehmetîya jiyanê kirîye û gotîye:
“Ez û hevjînê xwe, em hewil didin xwe ji tiştekî bêpar nehêlin lê her tişt gelekî biha ye.
Hinek kes hene zarokên wan li zanîngehê dixwînin û zarokên hinek kesan jî pir in.
Du zarokên keça min hene û nikare ebûra xwe bike.
Tevî ku hevjînê wê parêzer e, dîsa jî ew nikarin ebûra xwe bikin”.
“Dema zêdegavî hebe em midaxele dikin”
Rayedarên hûkûmetê diyar dikin ku bazar serbest e.
Lê belê ew destnîşan dikin, dema ku zêdegavî di warê nirxan de çêbibe ew midaxeleyê dikin.
Birêvebirê giştî yê bazirganîya navxwe ya Sûryayê Hesen Şewa li ser mijarê axivîye û gotîye:
“Carinan di navbera mûsiman de nirxê kel û pelan normal e. Lê carinan jî wekî dema derbazbûyî bilind dibe.
Sedema vê jî daketina nirxê lîray Sûryayê û astengbûna veguhastinê ye”.
Hesen Şewa daye zanîn ku şerê Îranÿ û Amÿrîkayê bûye sedem ku veguhastin dereng bikeve û lêçûnên wê zêde bibin û pê de çûye:
“Vê rewşê bi awayekî raste-rast bandor li nirxê berhemên xwecihî û hawirdekirî kirîye”.
Hawirdekirina hinek berheman hatîe qedexekirin
Komîtÿya hawirde û hinardeyê ya niştimanî ji bo parastina berhemên herêmî û çavdêriya bazarê biryarek derxistîye.
Bi vê biryarê, hawirdekirina çend berhemên çandinî û xwarinê ji bo heyama 3 heta 6 mehan hatîye qedexekirin.
Di nav lîsteya berhemên qedexekirî de sebze, fêkî, hêk, mirîşk û hinar hene.







