H’emû nûçeSereke

Paşînyan piştgirîya berdewam ya Fransîyayê ji bo Ermenîstanê bilind nirxandîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştgirîya ku Fransîyayê û serokkomar Êmanûêl Makron di warên aborî, ewlehî, parastin, dîplomasî, çand û perwerdehîyê de û her weha di têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de dane Ermenîstanê bilind qîmet kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Paşînyan  di daxuyanîyên hevbeş yên bi Makron re elam kirîye, ku piştî merasîmên îmzekirina hejmareke peymanan hatine dayîn.

Serokwezîrê Ermenîstanê, wek mînakek ji bo piştgirîya berdewam, bi taybetî behsa peymana Fransîyayê ya ji bo çêkirina tûnêla Bargûşatê ya rîya avtomobîlaye Bakûr-Başûr kirîye, ku li gorî nirxandina wî, ne tenê qonaxeke nû ye di çêkirina rîya avtomobîlaye Bakûr-Başûr , lê di heman demê de standarteke kalîteyê ya nû ji bo çêkirina rîya li Ermenîstanê jî destnîşan dike.

Paşînyan bawerîya xwe anîye ziman û gotîye: “Em bi berdewamî li ser pêwîstîya pejirandina standartên avropî  sêktorên cûre-cûr de diaxivin. Belgeyan de bicîhkirina van standartan de ne zehmetîyeke mezin e, lê di heman demê de em hewceyê hevaltîyên xwedî şîyan, jêhatîbûn û zanîna pêwîst in da ku van standartan bicîh bînin. Di vê rewşê de, beşdarbûna hevaltîyên avahîsazîyê yên fransî di avakirina rîya Bakûr-Başûr de, ku ez bawer im, wê peymankarên herêmî jî tê de beşdar bibin, wê ne tenê ji bo pejirandina standartên nû, lê di heman demê de ji bo berfirehkirin û belavkirina wan di jîyana aborî ya Ermenîstanê de jî derfeteke cidî biefirîne”.

Li gorî wî, peymana li ser çêkirina tûnêla Bargûşatê yek ji beşên herî aloz yên rîya Bakûr-Başûr e, ku pêkanîna wê jêhatîbûn û şîyanên taybetî hewce dike.

Serokwezîrê Ermenîstanê destnîşan kirîye ku “Wek di gelek rewşên bi vî rengî de, Fransîya û serok Makron li kêleka Ermenîstanê rawestîyan û îro em dikarin bêjin ku ev projeya mezin ya ji Bakûr ber bi Başûr ve jixwe xwîn û goşt digire, em ji xwe gavên ku ev rê wê bi tevahî bikeve merîyetê xeyal dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button