SerekeSîyasî

Piştî şerê sala  2020 î, me dît ku Rûsya ji Ermenîstanê  dûr ket

Serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron li Yêrêvanê elam kirîye ku destkeftîyên Ermenîstanê bi saya biryarên wêrek yên di salên dawî de hatine dayîn û ew ji bo welêt pêrspêktîfên nû vedikin.

“Destkeftîyên îro bi saya wêrekîya ku di salên dawî de hatîye nîşandan pêk hatine. Ev yek ji bo Ermenîstanê derfetên nû vedike”,-ewî destnîşan kirîye.

Di heman demê de, serokê Fransîyayê tekez kirîye ku “Gava Ermenîstanê” divê veguhêre pêvajoyeke herêmî ya berfirehtir.

“Lê belê, ez dixwazim ku “Gava Ermenîstanê” bibe gava tevahîya Kafkasîyayê jî. Du bawerîyên min hene: ya yekem, divê Başûrê Kafkasîyayê nebe meydaneke pêşbazîya împaratorî û ya duyem, herêm dikare bibe xaçerêyek di navbera Avropayê, Asyayê û Rojhilata Navîn de”.

Li gorî wî, şertê sereke ji bo vê yekê vekirina sînoran e.

Serokkomarê Fransîyayê tekez kirîye ku “Ji bo vê yekê, vekirina sînoran pêwîst e. Ez hêvî dikim ku cînar jî wêrekîya we nîşan bidin û rîya aşîtîyê, dêmokrasîyê û serfirazîyê bişopînin. Divê sînor bi tevahî bên vekirin, tevî Adirbêcanê û Tirkîyayê û divê ew bi Gurcistanê re jî bê sînor bixebitin”.

Ewî her wiha behsa gotinên rojnamevanê ermenî yê Stembolê Hrant Dînk kirîye û destnîşan kirîye ku pêwîst e astengîyên di navbera gelan de bên derbazkirin.

“Wek ku Hrant Dînk gotîye, pêwîst e astengîyên ku gelên nêzîk vediguhêrînin cînarên dûr bên hilweşandin”,-Makron elam kirîye.

Serokê Fransîyayê gavên pêşin yên ber bi çareserîyê ve hatine avîtin pêşwazî kirîye.

“Em gavên ku ji bo rakirina sînorkirinên bazirganîyê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine avîtin û her weha vekirina qismî ya sînorê di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de ji bo armancên mirovî pêşwazî dikin. Lê belê, ev tenê destpêk e: ​​vekirina tevahî ya sînoran pêwîst e”,-ewî gotîye.

Makron tekez kirîye ku Fransîya wê piştgirîya Ermenîstanê bidomîne.

“Fransîya piştgirîyê dide hewldanên Ermenîstanê û wê li kêleka wê be. Ermenîstan bingehên aşîtîyê li tevahîya herêmê datîne”,-ewî destnîşan kirîye.

Di heman demê de, ewî bal kişandîye ser guhertinek di nêzîkatîyên li himber mijarên ewlehîyê de.

“Demeke dirêj bawer dikir ku ewlehîya Ermenîstanê tenê di bin patronajîya Rûsyayê de mimkûn e. Şerê sala 2020 î, her tiştê ku we kişand, trajêdîya ku gelek malbata kişandin, nîşan da ku ew ne ew patronaj bûye ku gelek kesan xeyal dikirin. Me dît ku Rûsyayê Ermenîstan terk kir, û me fêm kir ku ev hêvî li gorî rastîyê nînin, di heman demê de xuya bûye ku her kes bi wê ramanê ve mijûl bûye ku divê ew garantorê herêmê be, ji ber ku xuya bûye ku Kafkasîya Başûr her gav di bin parastina kesekî de ye. Ermenîstanê îzbat kirîye ku rêyeke din mimkûn e- rîya dêmokratîk ya ku  sala 2018 a de dest pê kirîye, rîya aşîtî û pêşkeftina serbixwe û her weha rîya bêyî serdestiya derveyî”,- serokkomarê Fransîyayê dîyar kirîye.

Makron wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ez piştrast im ku divê tevahîya herêmê vê mînakê bişopîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button