H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Fransîya wê di warên dronan, zekaya sûnî û warên din de hevkarîyê kûr bikin:Alîs Rûfo

Mêmorandûma têgihîştinê ya ku 5 ê gulanê li Yêrêvanê di çarçoveya serdana fermî ya serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron bo Ermenistanê hatîye îmzekirin, wê bihêle ku her du welat hevkarîya xwe ya sê salan kûr bikin, nemaze di warên wesayîtên hewayî yên bêmirov, zekaya sûnî de.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîra berpirsîyarîya hêzên çekdar û kar bar Alîs Rûfoyê, li ser tora civakî ya X de ragîhandîye.

“Ez kêfxweş im ku bi wezîrê Ermenîstanêyî pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan re mêmorandûmeke têgihîştinê îmze dikim. Ev peyman wê bihêle ku em hevkarîya di navbera her du welatên xwe de di warê lêkolîn û nûjenîyê de, ku di sala 2023 a de dest pê kirîye, bi taybetî di warên wesayîtên hewayî yên bêmirov, zekaya sûnî de kûr bikin”,- ewê destnîşan kirîye.

Di çarçoveya serdana dewletê ya serokkomarê Komara Fransîyayê Êmanûêl Makron bo Ermenîstanê  5 ê gulanê belgeyên girîng yên ji bo pêşxistina hevkarîya dualî di warên têknolojîya bilind û pîşesazîya leşkerî de hatine îmzekirin. Di navbera hukumetên Komara Ermenîstanê û Komara Fransîyayê de li ser hevkarîya di warên zekaya sûnî, ewlehîya sîber û nîvkondûktoran de mêmorandûma têgihîştinê hatîye îmzekirin. Belge ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan û wezîrê berpirsîyar yê Avropayê yê Komara Fransîyayê Bênjamîn Hadad de hatîye îmzekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button