H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Ermenîstanê ji bo meşa 9 ê gulanê ya li Moskvayê hatîye vexwendin

Balyozê Rûsyayêyî li Ermenistanê Sêrgêy Kopîrkîn ji “Azadî” yê re gotîye ku vexwendin ji bo beşdarbûna meşa leşkerî ya 9 ê gulanê ya li Moskvayê ji serokwezîrê Ermenîstanê re jî hatiye şandin. Li gorî wî, vexwendin ji hemû welatên bira re hatîye şandin.
Lê belê, balyoz destnîşan kirîye ku tu agahî li ser vê yekê tune ku Nîkol Paşînyan wê beşdarî meşa leşkerî ya ku wê li meydana Moskvayêye Sor bê lidarxistin bibe yan na. Hukumeta Ermenîstanê agahî li ser beşdarbûna Paşînyan nedaye.







