SerekeSîyasî

Gelê Kobanîyê erebîkirina navên kurdî protêsto kirîye

Bi sedan niştecîh û xwendikarên Kobanîyê ji bo şermezarkirina guhertina navên gund û navçeyên xwe meşîyan.

Gelê Kobanîyê nerazîbûn nîşanî erebîkirina navên kurdî û destnîşankirina berpirsan ya li derveyî vîna wan daye.

Xwenîşandan bi duruşma “Zimanê me hebûna me ye, Kobanî rûmeta me ye” hatîye lidarxistin.

Li gorî nûçeya ANHA ê meşê li qada Jina Azad dest pê kirîye û heta qada Şehîd Egîd çûye.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê komîtêya navendî ya Partîya Dêmokrat ya kurdên Sûryayê Gêlo Îsa axivîye.

“Navê vê derê Kobanî ye, ne Eyn Ereb e”

Gêlo Îsa dîyar kirîye ku ew guhertina navên deverên kurdan qebûl nakin û gotîye:

“Em li vir in û em ê wan kiryaran qebûl nekin ku dixwazin vîna me têk bibin.

Em dixwazin întêgrasîyoneke bi rêk û pêk bê çêkirin û di destûra nû de mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî jî mafên gelê kurd bên mîsogerkirin.

Divê mafên kurdan û zimanê kurdî di destûra Sûryayê de bên qebûlkirin”.

Gêlo Îsa daye zanîn ku divê navên herêmên kurdan bi tu awayî neyên guhertin û wiha domandîye:

“Em tu caran kiryarên bi vî rengî qebûl nakin. Navê vê derê Kobanî ye, ne Eyn Ereb e.”

“Em wê tu  caran rê nedin”

Hevseroka meclîsa malbatên şehîdan ya Kobanîyê Sara Xelîlê jî dîyar kirîye ku Kobanî bi saya şehîdan ji DAIŞ ê rizgar bûye û gotîye:

“Kobanî bi xwîna şehîdan hatîye rizgarkirin. Ji ber vê yekê em wê tu caran rê nedin ku navê Kobanîyê bê guhartin.

Zarokên me bi salan e bi kurdî dixwînin, lema divê zimanê kurdî bi awayekî fermî di destûrê de cîh bigire.

Heta ku em mafên gelê kurd bi dest nexin, emê ji bo zimanê xwe têkoşîna xwe bidomînin”.

Xwenîşandana gelê Kobanîyê, bi duruşmên “Kobanî rûmet e” bi dawî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button