H’emû nûçeSereke

Radyoya Giştî bi logo û markeyeke nû sedsala xwe ya duyemîn dest pê dike

Radyoya Ermenîstanêye giştî îsal salvegera 100 salîya xwe pîroz dike, ku wê bi çalakîyên cûre-cûre bê pîrozkirin.Komîtêya hukumetê bernameya ku ji 16 çalakîyên fermî û çandî pêk tê pejirandîye.Logo û markeya nû ya radyoyê jî wê di çarçoveya salvegerê de ji raya giştî re bê raber kirin.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, wextê rasthatina bi rojnamevanara rêveberê giştî yê radyoya giştî Armên Koloyan guhdarên radyoyê û karmendên radyoya Giştî pîroz kirîye.

“Radyoya Giştî, wekî cîgirê yasayî ya radyoya Ermenîstanê, di serdemên dîrokî yên cuda de her tim bi mîsyona xwe re dilsoz maye. Radyo medyaya weşanê ya here efsûnî ye.Xiyala me ew e ku li vir amûrên nû bên çêkirin û bi alîkarîya hukumetê, em ê hewil bidin ku îsal here kêm du pavîlyonên nû biefirînin, amûrên pavîlyonên din biguhêrînin”,- Koloyan gotîye.

Berpirsê têkilîyên giştî yê 100 salîya radyoya  Ermenîstanê Êdgar Amîrxanyan zêde kirîye ku çalakîyên cejinê wê bi 16 a ve sînordar nebin.

“Gelek bername û înîsîyatîvên din jî hene ku li ser rol, girîngî û teqdîrkirina radyoya giştî diaxivin. Me ji gelek çalakîyan 16 hilbijartine.Yek ji wan konfêranseke mezin ya medyayê ye, ku wê serokên gelek radyoyên navdar yên yekîtîya weşana avropî, rojnamevanan di bin yek banî de bicivîne”,- Êdgar Amîrxanyan gotîye û her wiha gotîye, merasîma vekirina fermî ya çalakîyên salvegerê  wê 22-ê gulanê  li hewşa radyoyê bê lidarxistin.

Çarçoveya 100 salîya radyoya Giştî de têne çaverêkirin konsêrt, prîmîyêra fîlmê, mêdala û mohra bîranînê wê bên derxistin. Wekî din, kabîneke radyoyê ya întêraktîv wê li yek ji cîhên geştîyarîyê yên sereke yên bajêr bên sazkirin û derîyê radyoyê wê bi afîşeke nû bê nûve kirin, ku wê bibe karteke karsazîyê ya bêhempa ya sala salvegerê.

Radyoya Giştî ya Ermenîstanê ji 1 ê îlona sala 1926 a da weşanê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button