H’emû nûçeSereke

Ermenîstan  gerekê nebe beşeke hevpeymanîya leşkerî: Alên Sîmonyan

Ez nafikirim ku Ermenîstan  gerekê bibe beşeke hevpeymanîya leşkerî.Derheqa wê yekêda  serokê parlamênta Komara Ermenîstanê Alên Sîmonyan hevpeyvîna bi Deutsche Welle ê ragîhandîye.

Dema ku em li ber çava digirin ku welatê me li kîderê ye û şîyanên wê çi ne, rola Ermenîstanê gerekê bêalî be. Ermenîstan biçûk e. Ewê ji bo her du alîyan bibe karteke danûstandinê. Ez naxwazim welatê min ji bo Rûsyayê, Bryûsêlê, Dewletên Yekbûyî yan jî tu aliyekî din bibe karteke danûstandinê. Ermenîstan li rex Îranê, Adirêcanê, Tirkîyayê û Gurcistanê ye.Bi çar alîya ve girtî ye. Derîyê me berbi behrê tune ye”,- Sîmonyan gotîye.

Li gorî wî, dîroka gelê ermenî gelek tişt ew hîn kirine.

“Em gerekê şaşîyên berê dubare nekin”,- serokê parlamênta Ermenîstanê tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button