H’emû nûçeSereke

Derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî rojev ê de tune :Papoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan piştrast kirîye ku di rojeva Ermenîstanê de tu pirsa derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  tune ye û pirsên li ser encamên muhtemel yên derketina ji  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wek dîroka li ser “mirina Kîkos” bi nav kirîye.

Wezîr hevpeyvîna bi rojnamevanan re gotîye: “Rojeveke usa tune.Ermenîstan endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye, ji ber vê yekê axaftina li ser bandorê mîna axaftina li ser mirina Kîkos e”.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn 9 ê gulanê ragîhandibû ku Ermenîstan bi hilbijartina di navbera Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  de sîyaseta xwe ya der û vêktora xwe ya aborî zelal bike.

Bo nimûne, serokê Rûsyayê gotîye: “Ev ne karê me ye, lê di prînsîpê de bi tevahî mentîqî ye ku rêfêrandûmê li dar bixin û ji welatîyên ermenî bipirsin ka hilbijartina wan çi ye.Dû re em ê encamên guncaw derxînin û ji bo “parvekirineke” nerm, aqilmend û ji bo her du alîyan sûdmend hewl bidin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button