SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: Leyla Qasim mînaka serbilindî û rûmeta jina  kurde

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di salvegera şehîdbûna Leyla Qasim de peyamek belav kirîye û tê de tekez li ser berdewamîya têkoşîna li ser şopa wê kirîye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî 12 ê gulana sala 2026 a di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X” ê ragîhandîye: “Leyla Qasim, keça Başûrê Kurdistanê, mînaka serbilindî û serfirazîya jina kurd e, ku bi hevalên xwe re rûmeta kurdan parastîye”.

Mezlûm Ebdî di berdewamîya peyama xwe de bal kişandîye ser qehremanîya jinên kurd û gotîye: “Em Leyla û hemû jinên ku di rêya azadîyê de canê xwe dane, bi bîr tînin. Em ê li ser şopa “Bûka Kurdistanê” têkoşîna azadîyê bidomînin”.

Leyla Qasim 12 ê gulana  sala 1974 a  ji alîyê rêjîma Îraqê ve hatibû sêdaredan û wek jina yekê ya kurd ku di pêvajoya têkoşîna rizgarîxwazîya Kurdistanê de hatîye sêdaredan, di dîroka Kurdistanê de cîhekî taybet digire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button