H’emû nûçeSereke

Monetîzekirina YouTube bi fermî li Ermenîstanê dest pê kirîye

YouTube bi fermî destpêkirina bernameya hevkarê YouTube li Ermenîstanê 11 ê gulanê  ragihandîye, ku ev yek wê rê bide efirînerên naverokê yên li Ermenîstanê dixebitin ku bi tevahî amûrên monetîzekirina platformê bikar bînin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê daxuyanîyek weşandîye.

Bernameya hevkar ya YouTube ê platformek e ku bi rêya wê êfirîner, hunermend û dezgehên medyayê dikarin ji naveroka li ser platformê hatîye weşandin dahat qezanc bikin. Bername  11 ê gulanê  bi fermî dest pê kirîye, ku danasîna wê di 10 ê sibatê  wek encameke lihevkirinek ku di dema serdana cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Vênce bo Ermenistanê de hatîye bidestxistin, hatîye ragîhandin.

Wezîrê Ermenîstanêyî pîşesaziya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan gotîye:

“Îro ji bo aborîya efirîner û dîjîtal ya Ermenîstanê qonaxeke girîng e. Em biryara YouTube ê ya ku bernameya hevkarê YouTube ê ji bo efirînerên naveroka ermenî peyda dike pêşwazî dikin. Ev guhertina ku demeke dirêj li bendê bûye derfetên nû ji bo pereçêkirinê diefirîne, dengekê dide naveroka herêmî û piştgirîyê dide avakirina nifşeke nû ya karsazên dîjîtal”.

Cîgirê serokê têkilîyên hukumetê û sîyaseta giştî yê YouTubeyê Lêslî Mîlêr, daye kifşe:

“YouTube platformeke ji bo dengên cihêreng peyda dike, ji dezgehên medyayê yên serbixwe bigire heya hunermend û karsazan. Em pabend in ku piştgirîyê bidin azadîya derbirînê û derfetên nû yên aborî ji bo civaka efirînerên Ermenîstanê ya ku her ku diçe mezin dibe biefirînin. Bi destpêkirina bernameya hevkarê YouTubeyê re, em hêvî dikin ku efirînerên naverokê bêtir bihêz bikin û li benda dîtina destkeftiyên wan yên nû ne”.

Karmendê kar û barên Dewletên Yekbûyîye li Ermenîstanê Dêyvîd Alên gotîye:

“Înîsîyatîva berfirehkirina bernameya hevkarê YouTube ê li Ermenîstanê li ser ajandeyek berfirehtir ya hevkarîya têknolojiyê ya Dewletên Yekbûyî-Ermenîstanê, di nav de mêmoranduma têgihîştinê ya li ser zekaya sûni û nûjenîya nîvkonduktor ku par hatibû îmzekirin, ava dibe. Bername wê efirîner û karsazên takekesî bihêle ku karsazîyên xwe mezin bikin, dengê xwe yê efirîner hewîn bikin û li welatên me derfetên aborî û karên nû biefirînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button