Paşînyan li ser vegerandina tiştên talankirî û zêdebûa byûcêyê axivîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna bi niştecîhên navçeya Yêrêvanêye Şêngavîtê li ser nûnerên desthilatdarîyên berê, zêdebûa byûcêya dewletê û têkoşîna li dijî ruşexwerinê axivîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, serokwezîr destnîşan kirîye ku desthilatdara karibûn beşek ji fonên berê yên dizî vegerînin.
“Me bi mîlyarda dahata dizîya berê paşda anîne”,-Paşînyan elam kirîye.
Li gorî wî, ji şoreşê vir ve 6.6 mîlyard dolarên din li byûcêya dewleta Ermenîstanê zêde bûne. Paşînyan her wiha destnîşan kirîye ku kombînata Zangêzûrêye sifir- molîbdênê ya salên 2018-2025 a de ji heşyt salên berê 300 mîlyard dramî zêdetir bac daye. Li gorî serokwezîr, fonên berhevkirî bi rîya bernameyên cûre-cûre ji welatîyan re hatine vegerandin.
Li gorî Paşînyan, niha li Ermenîstanê pêrsonalên leşkerî û mamoste hene ku aylixa wan heta 700 hezar drame û li welêt 300 dibistan û 500 baxçeyên zarokan têne çêkirin.Ewî her wiha destnîşan kirîye ku salên dawî de, nêzîkî mîlyarek dolar veberhênan li civakan hatîye kirin.
Di heman demê de, serokwezîr qebûl kirîye ku bername bi qasî ku dihat hêvîkirin zû nehatine bicîhanîn. “Muxalefet pir baş bûye. Hûn zanin, windakirina 6.6 mîlyard dolarî hêsan nîne. Em li dijî mafyayê şer dikin”,- Paşînyan gotîye







