H’emû nûçeSereke

Piştî meşa 28 ê gulanê alavên leşkerî wê li Yêrêvanê bimînin: Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku 28 ê gulanê, piştî meşa li meydana Yêrêvanêye Komarê, alavên leşkerî wê tevahîya rojê li ser kolana Tîgran Mês bên rêzkirin da ku mirov bikaribin artêşa nû bibînin û pê serbilind bin.

Ewî zêde kirîye ku îro Ermenîstan xwedî artêşeke bi kalîta nû ye, bi çekên nû û mantîqeke nûye. Paşînyan hîvî ji welatîyan kirîye ku  28 ê gulanê bên meydana Komarê û her tiştî bi çevên xwe bibînin. Serokê partîya desthilatdar ji nû ve piştrast kirîye ku destkeftîya here mezin ya desthilatdaran avakirina aşîtîyê ye, ku li gorî wî dijminê wê “partîya sê serî ya şer” e. Serokwezîr, ku di betlaneyê de ye, destnîşan kirîye ku “Sala 2018 a de, partîya sê serî ya şer 23 serê wê hebûn.Me bi jêkirina wan 23 serîya yek bi yek kirîye û hatine vir û 3 serî mane di hilbijartinên pêş de divê em wan sê serîya bi hev re jê bikin”.

Ewî rave kirîye ku mantîqa hilbijartinên parlamêntîyê yên niha ji mantîqa hilbijartinên pêşwext yên sala 2021 ê cuda ye. Nîkol Paşînyan tekez kirîye ku “Sala 2021 ê de, em hatin û me ragîhandin ku pêşerojek heye û îro em hatine ku bêjin ku pêşeroj hatîye, ku ez we pîroz dikim. Ji sala 2018 a vir ve, bernameyên bi nirxa 300 mîlyon dolarî li herêma Aragasotnê hatine bicîh kirin. Îro, zarokên di bin 18 salî de û teqawîdbûyîyên li Ermenîstanê dikarin bernameya sîgortaya tenduristîyê bikar bînin. Rê, meydan, salonên werzîşê hatine çêkirin, kolan û hewş hatine baş kirin. Îro, leşkerên ku mûçeya 700 hezar dram digirin hene. Ev hemû pêşeroj e”.

Ewî her wiha destnîşan kirîye ku fînansmana zanistê du qat zêde bûye, ji sala 2018 a heta sala 2025 a byûcêya dewletê 6.6 mîlyard dolara û ji sala 2017 a vir ve jî 135  selefî zêde bûye. “Ev pere berê diçû berîkên partîya şer ya sê serî. Ew ketine şerê dawî, lê ew ê winda bikin, ji ber ku li dijî gel şansek wan tune ye”,-Nîkol Paşînyan piştrast kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button