Kar ji bo temamkirina pêşnûmeya peymana navhukumî ya li ser pêkanîna projeya TRIPP ê berdewam e

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştrast dike ku di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de rojane li ser pêkanîna projeya TRIPP ê xebat tê kirin. Li gorî wî, alî niha li ser temamkirina pêşnûmeya peymana navhukumî ya li ser projeyê dixebitin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress”, Paşînyan di civîna çapemeniyê de bi rojnamevanan re li ser vê yekê axivîye, behsa pêvajoya pêkanîna projeya TRIPP ê û serdana şanda ji Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bo Ermenistanê kirîye da ku lêkolînên cihê ji bo pêkanîna vê projeyê bike.
Paşînyan li ser pirsa gelo ev serdana şanda amerîkî tê vê wateyê ku pêkanîna projeyê ji xwe ketiye qonaxek pratîkî, gotîye ku hema her roj xebat li ser tê kirin.
Nîkol Paşînyan destnîşan kirîye ku “Li dora projeyê pêvajoyên paralel diqewimin: him lêkolîna axan diqewimin, him jî nayê dûrxistin ku bo nimûne, em dest bi sererastkirina hin binesazîyan, îstasyonên trênê”,- serokwezîr gotîye.
Ewî her wiha zêde kirîye ku niha lêkolînek li ser herêmê, lêkolînek li ser berjewendîyên veberhênanê, lêkolînek li ser modelên rêveberîyê û her weha lêkolînek li ser peymana dê yûre tên kirin.







