H’emû nûçeSereke

Van hilbijartinan de tu çarçoveyeke jêopolîtîk tune ye: Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan hevpeyvîna bi rojnamevanan re dîyar kirîye ku hilbijartinên ku li Ermenîstanê tên lidarxistin tu çarçoveyeke jêopolîtîk tuneye û sîyaseta der li ser nêzîkatîyeke hevseng  hatîye avakirin. Li ser pirsa rojnamevanekî di derbarê eleqeya navendên bîyanî bi hilbijartinan re û gote-gotên destwerdana muhtemel de, Paşînyan bersiv daye ku hêzên sîyasî û şirovekarên cûre-cûre hewl didin ku girîngîya jêopolîtîk bidin hilbijartinan, lê ev yek li gorî rastîyê nîne.

Serokwezîr her wiha gotîye ku di yek ji serdanên wî yên li Rûsyayê, yek ji hevkarên wî yên rûsî îdîa kirîye ku hevkarîya Ermenîstanê bi Yekîtîya Avropayê re zirarê dide berjewendîyên Rûsyayê. Li gorî Paşînyan, ewî here kêm mînakeke taybetî xwestîye, lê bersivek negirtîye.

“Min gotîye nimûneyekê bînin ku hevkarîya me bi Yekîtîya Avropayê re zirarên madî daye berjewendîyên Rûsyayê. Bersiv bêdeng bûye”,-ewî gotîye.

Paşînyan her wiha mijara dorpêçên welatên rojavayî yên li dijî Rûsyayê jî niqaş kirîye û destnîşan kirîye ku Ermenîstanê destpêkê de dîyar kirîye ku ew ê tevlî dorpêçan nebe, lê di heman demê de gavên ku dikarin welêt bikin hedefa dorpêçan jî navêje.

“Heger Rûsya dikare bin dorpêçan de be û tehemûl bike, Ermenîstan nikare”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button