
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan tu agahîyên wî li ser vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê ji alîyê Tirkîyayê ve di rojên pêş de tuneye, lê tekez dike ku ew ê pir kêfxweş bibe heger tiştekî usa çêbibe.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan hevpeyvîna bi rojnamevanan re li ser vê mijarê axivîye, behsa çavdêrîya ku di medyaya Tirkîyayê de agahî li ser vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê di rojên pêş de belav dibe, kirîye.
“Agahîyên raste-rast li cem min tunene, lê heger derkeve holê ku tiştekî usa heye, ez ê pir kêfxweş bibim. Min her wiha dîtîye ku hin derdorên muxalefetê atmosfêreke tirsê li ser vekirina sînoran belav dibin. Ji tiştên ku ew dibêjin, derdikeve holê ku Tirkîyayê û Adirbêcanê bi girtina sînor xêreke din ji me re kirine. Di vê navberê de, 30 sal in Ermenîstan li ser platformên navneteweyî gotîye dike ku Tirkîyayê û Adirbêcanê ew dorpêç kirine”.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Bi rastî, tu agahîyên min li ser vekirina sînor tuneye. Em dixwazin ku ev yek çêbibe û pir baş e ku ev yek çêbibe û bi awayekî mantiqî wê çêbibe. Dema ku ev yek çêbibe, ez ê pêşwazîyê lê bikim” û tekez kirîye ku ev yek wê tenê bandoreke erênî li ser Ermenîstanê bihêle.
Ermenîstan û Tirkîya ji sala 2022 a vir ve têkilîyên xwe normal dikin û di pêvajoya normalîzasîyakirinê de nûnerên xwe bi hev re destnîşan dikin.Nûnerê Ermenîstanê di pêvajoya normalîzasîyakirinê de cîgirê serokê parlamêntê Rûbên Rûbînyan û nûnerê Tirkîyayê jî balyozê Tirkîyayêyî li Dewletên Yekbûyî Serdar Kiliç in. Di encama çend hevdîtinên di navbera nûnerên Ermenîstanê û Tirkîyayê de, di qonaxa destpêkê de lihevkirinek çêbûye ku sînorê Ermenîstanê-Tirkîyayê ji bo welatîyên welatên sêyemîn û xwedîyên pasaportên dîplomatîk bê vekirin, lê ev lihevkirin heta niha nehatîye bicîhanîn.







