SerekeSîyasî

Fermandarên 3 komên HSD ê diçin Helebê

Fermandarên 3  komên Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) wê ji bo perwerdeyê herin Helebê.

Çavkanîyeke leşkerî ya berpirs ya di nav HSD ê de ji Rûdawê re ragîhandibû ku fermandarên 3  komên HSD ê wê rojên pêşîya me li bajarê Helebê beşdarî dewreyên leşkerî bibin.

Qonaxa duyemîn ya tevlîbûnê

Li gorî wê çavkanîyê, ev pêngav wek qonaxa duyemîn ya tevlîbûna wan  koman ya nav wezîreta parastinê ya Sûryayê tê dîtin.

Armanca van dewreyan ew e ku navên endaman bên qeydkirin.

Her wiha wê nasnameyên leşkerî bên dayîn û erk û maşên wan bên dabeşkirin.

Heman çavkanîyê daye zanîn ku ji her komekê nêzîkî 80 fermandar wê beşdarî dewreyan bibin.

Ev  kom  koma Dêrikê,  koma Qamişloyê û  koma Hesekê ne.

Her  komek ji hezar 300 şervanan pêk tê.

Ji bo rûtbeyan wê biçin Helebê

Ev pêvajo gava duyemîn e.

Berîya niha bi du hefteyan, fermandarên tabûran di nirxandineke leşkerî re derbaz bûbûn.

Niha jî ew wê ji bo wergirtina rûtbeyên xwe herin Helebê.

Dewreyên leşkerî wê li baregeha Henanoyê ya li bajarê Helebê bê lidarxistin.

Yan jî îhtimal heye ku ew dewre li yek ji baregehên wezîreta parastinê yên li gundewarê Hisîçayê bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button