
Li Wanê sîmpozyûma zimanê kurdî hatîye lidarxistin û beşdaran ji bo zimanê kurdî daxwaza perwerde û statûyê kirîye.
Şaxa Wanê ya sendîkaya kadkarên perwerde û zanistê bi helkefta cejina zimanê kurdî sîmpozyûmeke berfireh li dar xistîye.
Ji Hewlêrê, Silêmanîyê, Qamişloyê, Amedê, Wanê û çend bajarên din zimannas, akademîk û weşanger beşdarî sîmpozyûmê bûne.
Wana li ser rewşa kurdî, metirsîya asîmîlasyonê û pêşîgirtina li jinavçûna zimanê kurdî gotûbêj kirine.
Beşdaran daxwaz kirîye ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe xwedî statûyê.
“Mijara me perwerdeya bi kurdî ye”
Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Lokman Babat li ser naveroka sîmpozyûmê axivîye û gotîye:
“Mijara me ya îsal rewşa kurdî ya li Kurdistanê, axaftina bi kurdî û perwerdeya bi kurdî ye”.
Stratejîyên nû û hişê çêkirî
Pisporan di gotarên xwe de ji bo bipêşketina kurdî behsa stratêjîyên nû kirîye.
Mamosteyê zanîngeha cîhanê ya Silêmanîyê Îbad Rûhî destnîşan kirîye ku divê kurdî di nivîsînê de xerîb nemîne û gotîye:
“Hege ji alîyê desthilatan ve rê neyê dayîn jî em dikarin li torên civakî, rûpelan û di hişê çêkirî de danegehan çêbikin. Bi vî awayî em dikarin zimanê xwe biparêzin”.
“Parastina ziman parastina milet e”
Beşdarê sîmpozyûmê Azad Weledbegî bal kişandîye ser nasnameyê û anîye ziman:
“Pêwendîya zimanê kurdî bi nasnameya neteweyî re heye. Parastina ziman, parastina çand û dîroka milet e”.
Nivîskar Samî Hezîl jî li ser rewşa Bakûrê Kurdistanê rawestîyaye û wiha gotîye:
“Ji bo Bakûr ez dibêjim divê statûya ziman hebe.
Li gorî wî jî divê sazîyên ziman bên peywirdarkirin da ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê”.
“Divê li her sazîyê bê axaftin”
Axêver Serhat Temel jî dîyar kirîye ku heger ziman di jîyana rojane de neyê bikaranîn wê winda bibe û wiha domandîye:
“Belkî em nikarin behsa çarenûsekê bikin lê divê ziman li her dera û li her sazîyê bê axaftin”.
Gotarên sîmpozyûmê wê wek pirtûkek bên çapkirin.
Di van gotaran de bi taybetî li ser metirsîya asîmîlasîyonê û lawazbûna bikaranîna ziman di nava nifşên nû de hişyarî hatine dayîn.







