H’emû nûçeSereke

Mêxrî bûye navenda cîhanî:Paşînyan behsa TRIPP û sîyaseta Ermenîstanêye der kirîye

Piştî lihevkirina li ser projeya TRIPP ê ya ku li Ermenîstanê tê plankirin, bajarê Mêxrîyê veguhêrîye navendeke herêmî û cîhanî.Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye.

“Demek hebû ku me digot Mêxrî, pêlên alarmê derdiketin holê. Îro, Mêxrî veguhêrîye navendeke herêmî û cîhanî. Rêberên cîhanê yên payebilind îro difikirin ku li Mêxrîyê xaleke werçerxê çêdibe. Rêberên cîhanê bi vê pirsê bi min re diaxivin: em çawa dikarin beşdar bibin, ji ber ku ew fêm dikin ku tiştek diqewime ku xaleke werçerxê heye, ku wê ji bo ragîhandinên bakûr-başûr, rojhilat-rojavayê xaleke werçerxê hebe”,- Paşinyan gotîye.

Nîkol Paşînyan tekez kirîye ku pozîsyona erdnîgarî ya Komara Ermenîstanê jî guhêrîye. Paşînyan destnîşan kirîye ku “Ermenîstan li ser heman koordînatan e ku di sed salên dawî de bûye, lê têgihîştina me her gav ew bûye ku pozîsyona erdnîgarî ya Ermenîstanê bi şermeke xirab e, lê civîna Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê pêk tê, ya yekem di dîrokê de û serokê komîsyona Yekîtîya Avropayê civînê bi min re bi hevoka jêrîn dest pê dike: Ermenîstan li ser rêya here kurt ya rojhilat-rojavayê ye”.

Li gorî wî, bihayên xanîyan li Mêgrîyê jî bi 50 selefî zêde bûne û nêzîkî 50 xanîyên nû li gundê Kîrans ê sînorkirî  yê herêma Tavûşê têne çêkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button