
Lêkolînerê payebilind yê Carnegie Europe ê hevpeyvîna li gel Factor TV ê gotîye: “Ji bo min eşkere ye ku pevçûyîn bi xwe bi dawî bûye, lê aşîtîyeke tam nehatîye damezrandin”.
Li gorî wî, daxuyanîyên serokê Adirbêcanê pir nezelal in: carina ew bi eşkereyî dibêje ku aşîtî nêzîk e û şirîkê wî yê pêbawer serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan e. Ji alîyekî din ve, ew daxuyanîyên mîna salên berê li ser pevçûyîn û Qerebaxê dike.
“Ev ji bo min ne ecêb e, pevçûyînên weha tavîlê bi dawî nabin. Û, bê guman li ser rewşê nêrînên cuda hene. Ji bo Adirbêcanê, ev cûrekî pejirandina navneteweyî ya serkeftina wan ya salên borî ye. Bê guman, ew mijareke reqabetê ye û Adirbêcan niha xwe wekî serketî dibîne. Û bê guman ew xwe wek êrîşkar nabînin, ew hîn jî difikirin ku tenê êrîşkar alîyê ermenî bûye”,- pispor tekez dike.
Ew bawer dike ku nakokî wê berdewam bikin û ev yek neçar e, lê ew di heman demê de nafikire ku nakokî wê di qonaxeke “germ” de berdewam bike.
Derbarê vekirina sînoran de, Tomas dê Val tekez kirîye ku heger biryar tenê bi Ermenîstanê ve girêdayî bin, sînor wê vekirî bin, peymana aşîtîyê wê bê îmzekirin. “Lê Adirbêcan ji bo ku bibe serketî nelezîne.Adirbêcan dibe ku dixwaze di hin alîyan de pêşketinê bibîne, mînak, bi projeya TRIPP ê. Di vî warî de, Tirkîya bila em zelal bin: Ez difikirim ku sazîya tirk, çevkanîyên ku min bi wan re axivîye, mînak di wezîreta Tirkîyêye karên der de, ew fêm dikin ku divê pêvajoya çareserîyê pêş bikeve, ku niha di şexsê Paşînyan de hevkareke wan yê baş heye. Ez ê bêjim ku ev di berjewendîya sîyaseta der ya Tirkîyê de ye”.
Derbarê Arsaxê de, pisporê brîtanî tekez dike ku di vê heyamê de gelek şaşî hatine kirin, di nav de ji alîyê civaka navneteweyî ve jî.
Tomas dê Val dibêje: “Lê niha em di rastîyek cuda de dijîn.Qerebax bi rastî tune ye, ermenîyên Qerebaxê bi awayekî pir trajîk çûn. Di pêşerojê de wê çi bibe… Ez ê bêjim ku heger peymana aşîtîyê bê îmzekirin, sînor bên vekirin, piştî demekê dibe ku pirseke mentiqî derkeve holê ku ermenî dikarin serdana Adirbêcanê bikin, azêrî-Ermenîstanê ê wê rewşê de ermenîyên Qerebaxê wê derfet bibînin ku serdana goristan, abîdeyan, dêran bikin. Ez ne li ser rûniştinê diaxivim, lê tenê serdanê dikim”.







