H’emû nûçeSereke
Ji 1 ê tîrmehêda firînên ji Yêrêvavnê berbi Bûxarêstê wê destpêbin

Li rex pêşketina tûrîzma dualî, ji meha tîrmehêda wê firînên Yêrêvan-Bûxarêstê bêne mîyaserkirinê. Girêdayî wê yekêra baylozê Ermenîstanêyî li Rûmînîyayê Tîgran Galstyan serokê hevaltîya avîyasîyon «DAN AIR» ê Mêt Davîd û mênêcêra markêtîngê Yêlêna Drêgîçanû qebûl kirine.Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ermenîstanêye li Rûmînîyayê elam kirine.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa xebatên bona wan firîna û gavên bona zêdekirina çûyîn-hatinên tûrîsta hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa pêrspêktîvên hevkarîya doranên bîznêsêda çûye.







