H’emû nûçeSereke

Aramê Ewlin hevdîtina xwe ya bi Papê Romayê re li ser vegera ermenîyên Arsaxê û berdana girtîyên ermenî axivîye

Katolîkê Mala Kîlîkyayêye Mezin Aramê Ewlin bi Pap Lêvon re civîyaye.

Katolîkîya Kîlîkyayê ji News.am ê re ragîhandîye ku Aramê Ewlin tekezî li ser mafê vegerê yê ermenîyên Arsaxê bi garantîyên navneteweyî kirîye, behsa parastina dêr û şûnwarên dîrokî û pêwîstîya serbestberdana tavîlê ya serokên Arsaxê yên ku li Bekûyê hatine girtin li gorî qanûnên navneteweyî kirîye.

Ew her wiha li ser rewşa niha ya Libnanê axivîye, tekezî li ser serwêrî û hebûna dewleta Libnanê li ser hemû axa Libnanê, vekişîna Îsrayêlê ji başûrê Libnanê û rêzgirtina ji agirbestê re kirîye.

Piştî civînê, Qedasîyeta Patrîk û Bavê Pîroz li ser mijarên jorîn û yên din bi awayekî cuda sohbetek kirine, nêrîn û fikarên xwe parve kirine.

Katolîkê Mala Kîlîkyayêye Mezin Aramê Ewlin bi Pap Lêvo re civîyaye.

Katolîkîya Kîlîkyayê ji News.am ê re ragîhandîye ku Aramê Ewlin tekezî li ser mafê vegerê yê ermenîyên Arsaxê bi garantîyên navneteweyî kirîye, behsa parastina dêr û şûnwarên dîrokî û pêwîstîya serbestberdana tavîlê ya serokên Arsaxê yên ku li Bekûyê hatine girtin li gorî qanûnên navneteweyî kirîye.

Ew her wiha li ser rewşa niha ya Libnanê axivîye, tekezî li ser serwêrî û hebûna dewleta Libnanê li ser hemû axa Libnanê, vekişîna Îsrayêlê ji başûrê Libnanê û rêzgirtina ji agirbestê re kirîye.

Piştî civînê, Qedasîyeta Patrîk û Bavê Pîroz li ser mijarên jorîn û yên din bi awayekî cuda sohbetek kirine, nêrîn û fikarên xwe parve kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button