H’emû nûçeSereke

Tenê Ermenîstan dikare biryara derketina ji Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî bide

Meseleya statûya Ermenîstanê di Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî de tenê dikare ji alîyê Ermenîstanê ve bê niqaşkirin. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Paşînyan li ser mijara endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî de jî destnîşan kirîye ku li gorî rêziknameyên yekîtîyê, biryara vekişîna ji dewleteke endam tenê ji  alîyê dewleta têkildar ve tê dayîn.

Serokwezîr gotîye: “Tenê Ermenîstan dikare li gorî rêziknameyên Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî  li ser mijara statûyê di Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî yê de niqaş bike. Endama  Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî  tenê dikare biryar bide ku derkeve, pêvajoyek din tune. Em dikarin li ser her mijarekê niqaş bikin û ez texmîn dikim ku dibe ku pirsên hevkarên me hebin û em ê  bersiva hemû pirsan bidin”.

Cîgirê serokwezîrê Fêdêrasîyona Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk hevpeyvîna bi TASS re ragîhandibû ku di civîna konsêya bilind ya Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî  ku wê 29 ê gulanê  li Astanayê bê lidarxistin, serokên welatên endam wê mijara statûya Ermenîstanê di yekîtîyê de nîqaş bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button