H’emû nûçeSereke

Em amade ne ku di demek nêzîk de bi Amerîkayê re peymanê îmze bikin: Paşînyan li ser TRIPP ê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna bi niştecîhê li herêma Şîrakê gundê Sarnaxbyûrê  ragîhandibû ku salên dawî de, Ermenîstan ji alîyê jêopolîtîk ve ji der-dor ber bi navendê ve çûye.

Li gorî wî, piştrastkirineke din ya vê yekê pêkanîna projeya TRIPP ê ye. Paşînyan dîyar kirîye: “Niha em amadekarîyê dikin ku bi Amêrîkayê re peymanê îmze bikin, ku çarçoveya ku berê hatîye weşandin jî tê de hebe. Hemû prînsîp hatine weşandin. Rîya hesin wê ji Mêgrîyê derbaz bibe, ji Mêgrîyê ber bi Nexçêvanê, ji Nexçêvanê ber bi Yêrasxê, ji Yêrasxê ber bi Gumirîyê, ji Axûrîkê ber bi Tirkîyayê ve. Her wiha pir girîng e ku di encama pêkanîna projeyê de, rîya Îran-Ermenîstanêye hesin bê vekirin. Ango, wê rîya hesin ji devtenga Farisî ber bi behra Reş-Batimê, Potîyê, Anaklîyayê-hebe. Ev pir girîng e, ji ber ku rewşa aborî ya welatê me wê ji sed selefî bê guhartin”.

Ewî anîye bîr dema ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hate  raber kirin, pirsek derket holê ka ew çiqas rast e. “Îro ew dibe rastîyek. Ermenîstan ji bêçarebûna şer vediguhêre xaçerêya aşîtîyê. Ev proje li ser sivirê ye. Û ev dikare bi tenê bi piştgirîya welatîyan bê bicîhanîn”,-Paşînyan elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button