
Nava jîyana cimeta ermenîda, piştî gelek şera, Komara Ermenîstanêye Ewlin hate sazkirinê. Wî çaxî bêyî stûnên dewletbûnê pêwîst bû, ku li ser xerîta dinîyayê cîyê xwe bigirta.
Piştî şerên 28 ê gulana sala 1918 a, şerê Serdiravê û Baş-Aparanê, usa jî Qerekilîsê, Komara Ermenîstanêye Ewlin xuliqî. Cimeta ermenîra lihev hat piştî 543 sala dewletbûna xwe bide sekinandinê. 28 ê gulanê şêwira Tibîlîsîyê qayîlnivîsara Ermenîye miletîyê dêklarasîya qebûl kir, kîjanêda hatîye gotinê:
“Bi helkirina sîyasîya Pişkavkazê û elamkirina serbestîya Gurcistanê û Adirbêcanê, nava vî halê nûda şêwira Ermenîye miletîyê xwe elam dike çawa seroketîya nehîyên ermenîye tewrebilind û seroketîya tek-tenê”.
Destpêka meha hezîranê elametîke vî creyî belav bû:
“Şêwira Ermenîye miletîyê li ser hîmê wan mafa, bi kîjana cimeta ermenî qebûl kirine, 28 ê gulanê qirar kir derheqa serbestîya dewleta ermenîda elamke û Komara Ermenîstanêye dêmokratîk da hîmdanînê”.
Komara nû nava halê bona cimeta ermenî dijwar hate hîmdanînê:bi hezara mihacir û xelayî. 24 ê tîrmeha sala 1918 a teşkîla hukumata Komara Ermenîstanêye Ewlin hate elamkirinê: serekwezîr Hovhannês Kacaznûnî, wezîrê karên der Alêksandr Xatîsyan, wezîrê karên hundur Aram Manûkyan, wezîrê leşkerî, gênêral Hovhannês Haxvêrdyan. Çawa ala Ermenîstanêye miletîyê, ya sêrengê hate qebûlkirinê,rengên sor, şîn, zer.Roja salvegera serbestîyê, 28 ê gulanê, hukumatê ew roj qebûl kir, ya Alêksandr Xatîsyan serkarî lê dikir, Ermenîstan çawa Komara Serbest û Yekbûyî elam kir.
Hezîrana sala 1919 a hilbijartin derbaz bû, tevî kîjana bûn 366 hezar meriv û hevt partîya.Ji endamên parlamêntêye hilbijartî 72 daşnak bûn. Feqet dîrokê bona cimeta ermenî cêribandineke başqe hazir kiribû.Gulana sala 192O î eskerê Sor kete Qerbaxê, meha hezîranê kete Zangêzûrê, meha tebaxê kete Nexçêvanê, bêyî berxudana hêzên ermenîya.
Dehê tebaxê li Tibîlîsîyê qayîlnivîsara ermenîya-rûsa hate îmzekirinê, bi kîjanê Ermenîstanê begemîya xwe dabû wan wîlayêta, çawa topraxên ermenîya-azêrîyaye hevraqayîlnekirî, bo ku rûs wedelû wana hildine bin kontrola xwe.Piştî deh roja, li rex Parîzê, li Sêvrê, di navbera welatên ku nava şerê hemcîhanêyî ewlinda ser ketibû û wekîlên Tirkîya sultanîyêda peymana aşîtîyê hate qebûlkirinê. Bi wê peymanê Ermenîstan ji alîyê Tirkîyayêda çawa welatê aza û serbest dihate naskirinê.
Piştî wedekî kurt, 24 ê tebaxê, li Moskvayê projeya peymana rûsa-tirka hate îmzekirinê, bi kîjanê Rûsîyayê yektîya têrîtorîyayên Tirkîyayê nas dikir, nava wanda bajarên Qersê, Erdeha û Batûmîyê. Ev qayîlnivîsar dijî Ermenîstanê bû. 28 ê îlona sala 192O î, eskerê kemalîsta, bi fermandarîya Kyazîm Qerebekir, bêyî elamkirina şêr, êrîş anîn ser Ermenîstanê. Hukumata Ermenîstanê halê şêr elam kir.Hemû partîya, xêncî partîya bolşêvîka, bi banga parastina welêt pêşda hatin.
29 ê îlonê, tirka Sarîqamîş, paşê jî Qagizvan dagir kirin.Eskerê ermenî bi fermandarîya Tovmas Nazarbêkyan li nêzîkî Qersê tabîyên xwe hildan, lê 3O ê cotmehê dijmina bêyî berxudan kela Qersê hildan.Nêzîkî sê hezar leşkerên ermenî û 12O ofîsêr dîl ketin.
7 ê mijdarê Alêksandrapol jî ket.18 ê mijdarê alîyê ermenîya bi mecbûrî agirbesta alîyê tirkada pêşnîyakirî, qebûl kir.24 ê mijadara sala 192O î hukumata nû bi serkarîya Sîmon Vrasyan hate sazkirinê.
29 ê mijdarê komîtêya Ermenîstanêye şorişêye leşkerî, bi alîkarîya eskerê Sor, ji Adirbêcanê kete Îcêvanê û li welêt çawa qeydê şêwirê elam kir.Komara Ermenîstanêye Ewlin du sala jîyan kir, Ermenîstan werguhêzî ya şêwirê bû, lê ew yek wedelû… Sala 1991 ê, 21 ê îlonê cimeta Ermenîstanê gerekê tiştê xweyî undakirî bida dasekinandinê.







