H’emû nûçeSereke

Peymana çarçoveya ji bo bicîhanîna TRIPP ê here zêde wê nav mehekê de wê bê îmzekirin:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan ragîhandîye ku projeya TRIPP plan dike ku rîya Mêxirîyêye hesin ji nû ve aktîv bibe û her weha girêdanên veguhastin û binesazîyê yên nû li seranserê Ermenîstanê biefirîne.

Paşînyan behsa serdana  sêkrêtarê Amêrîkayêye dewletê Marko Rûbîo bo Ermenîstanê kirîye û destnîşan kirîye ku 26 ê gulanê li Yêrêvanê peymana çarçoveya ji bo pêkanîna projeya TRIPP ê hatîye îmzekirin.

Paşînyan gotîye: “Sêkrêtarê Amêrîkayêye dewletê Marko Rûbîo hatîye Ermenistanê û bi wezîrê karên der re peymana çarçoveya ji bo pêkanîna projeya TRIPP ê îmze kirîye. Dawiyê de here zêde di nav mehekê de wê bê îmzekirin”.

Li gorî wî, yek ji pêkhateyên here eşkere yên projeyê vekirina rîya Mêxirîyêye hesine.

“Rîya Mêxirîyêye hesin wê ji nû ve bê vekirin û ev rîya hesin wê him ji  alîyê Adirbêcanê ve ji bo girêdana di navbera Nexçêvanê û beşa sereke ya Adirbêcanê de û him jî ji  alîyê Ermenîstanê ve ji bo çêkirina girêdana rîya hesin di navbera beşên bakûr û başûrê welêt de bê bikar anîn. Îro, rîya  meye hesin  ji başûr ber bi bakûr ve tune, ango li beşa Syûnîkê û em ê vê rîya hesin werbigirin”,- Serokwezîr destnîşan kirîye.

Ewî zêde kirîye ku ji nû ve destpêkirina rîya hesin wê ji bo veguhestina barhilgiran jî girîng be, bi taybetî di warê veguhestina berhemên ji kombînata Zangêzûrêye sifirmolîbdênê de.

Paşînyan gotîye: “Ev ji bo me derfetek e ku em here kêm konsantrê ji Syûnîkê bi rîya hesin bînin û kelûpelan veguhêzînin Syûnîkê”.

Bi gotina wî, Ermenîstan wê dahatên tranzîtê jî werbigire.

Serokwezîr destnîşan kirîye:”Her trênê ku di axa me re derbaz dibe wê bê dayîn, ev pere wê  herin byûcêya dewleta Komara Ermenîstanê”.

Li gorî Paşînyan, ev pere dikarin ji bo çêkirina rîya, bernameyên civakî û pêdivîyên din yên dewletê bên terxankirin.Ewî her wiha tekez kirîye ku zêdekirina veguhestina trênê dikare bandora kamyonên zêde barkirî li ser rîya kêm bike. Ji bilî rîya hesin, li gorî Paşînyan, projeya TRIPP ê her wiha çêkirina borîyên gazê, borîyên pêtrolê, xetên êlêktrîkê û kabloyên întêrnêtê di nav axa Ermenîstanê de jî pêk tîne.

“Ji bo van hemûyan, Ermenîstan wê pereyên tranzîtê werbigire”,- ewî gotîye.

Li gorî serokwezîr, ev binesazî wê rê bidin Ermenîstanê ku hem hawirdekirin û hem jî hinardekirin pêk bîne.

Paşînyan her wiha destnîşan kirîye ku pêkanîna projeyê veberhênanên mezin û efirandina karên nû tê wateya. Li gorî wî, di çarçoveya projeyê de, Ermenîstan wê girêdana rîya hesin bi Îranê re jî werbigire.

Li gorî Paşînyan encamê de, Ermenîstan dikare bibe xaçerêyeke veguhastinê ya bakûr-başûr û rojhilat-rojavayê. Paşînyan gotîye: “Em her wiha girêdana rîya hesin di navbera devtenga Farisî û behra Reş de ji bo hinardekirin û hawirdekirinê werdigirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button