Em ê demeke nêzîk de rîya xweye hesine bakûr vekin:Nîkol Paşînyan

Sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye dewletê û wezîrê Ermenîstanêyî karên der vê dawîyê li ser pêkanîna projeya TRIPP ê peyman îmze kirine.Demeke dirêj me bi amadekarîya radestkirina korîdorê tawanbarkirin dikirin, vê belgeyê ew mijara tunebûyî ji rojevê derxist. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê, Nîkol Paşînyan elam kirîye.
Ewî bîr anîye ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp paşê nivîsîye ku ew Ermenîstanê wek rêyeke girîng ya tranzîta ênêrjîyê ji Rojhilatê ber bi Rojavayê ve dibîne.
“Ev tê wateya zêdebûna rola Ermenîstanê.Hevkarên navneteweyî yên li Ermenîstanê dîyar kirine ku Ermenîstan li cihekî ye ku rêya here kurt ji Rojavayê ber bi Rojhilatê derbas dibe. Ev rê di nav Şîrakê, Lorîyê û Tavûşê re derbaz dibe. Ev tê wê wateyê ku pêşeroja nêzîk de em ê ne tenê li başûr, lê di heman demê de li bakur jî rîya hesin vekin”.
Paşînyan destnîşan kirîye:”Em ê her du şaxên (Îcêvan-Hrazdan û Vanazor-Gumirîyê) bikin yek û rêya trênê ya here kurt bi dest bixin. Ji alîyê din ve, veberhênerên navneteweyî pêşnîyar dikin ku emê rêyeke nû ya bi bac ya ku di nav Şîrakê, Lorîyê û Tavûşê re derbaz dibe ava bikin”.







