Merasîma leşkerî û erdnîgarîya nû ya parastina Ermenîstanê

Meşa leşkerî ya li Yêrêvanêye 28 ê gulana sala 2026 a ne tenê bûyerek merasîmî bû. Ew pêşandana yekem ya mezin ya alavên leşkerî bû ku ji sala 2016 a vir ve li meydana Komarê hate lidarxistin û ya yekem ji şerê sala 2020 î û hilweşîna modêla ewlehîyê ya berê ya welêt vir ve. Bi dehsalan, potênsîyala leşkerî ya Ermenîstanê hema bi tevahî bi çekên Rûsyayê, standartên perwerdehiya leşkerî ya Rûsyayê û lojîstîkê ve girêdayî bû. Lê vê pêşandanê îzbat kir ku ew îdî ne tenê stûn e.
Ermenîstan cebilxaneyeke pirrengtir ava dike, çek û alavên leşkerî yên ku ji hêla nêzîkî 7 welatan ve têne hilberandin, di nav de çekên nûjen yên fransî û hindî, alavên heyî yên çêkirî yên Rûsyayê, hevkarîya bi Dewletên Yekbûyî re pêş dixe û hilberîna xwe ya leşkerî-pîşesazîyê bi xwe re dike yek.
Lê belê, ev rêbaza cîhêrengkirinê di heman demê de bi zehmetîyan re jî tijî ye, ji girtina biryarên rast dema ku di bazara çekan ya vekirî de dixebitin bigire heya hevgirtin û mîsogerkirina lihevhatina di navbera çekên ku ji alîyê welatên cuda û bi standartên cuda ve têne hilberandin.
Cûre-cûrkirina kirîna Ermenîstanêye parastinê
Meşa leşkerî ya 28 ê gulanê pirrengîya erdnîgarîya welatên ku alavên leşkerî dabîn dikin nîşan daye.Hindistan di vê pêvajoya cîhêrengkirinê de roleke girîng dilîze. Pêla sereke ya kirînên leşkerî yên Ermenîstan-Hindistanê salên 2022-2023 a de pêk hatîye, dema ku Ermenîstan, piştî têkçûna pergalên ewlehîyê yên kevneşopî, neçar ma ku bi lezgînî dabînkerên nû bibîne. Hindistanê karibû her tiştê ku Ermenîstanê hewce dikir raber bike: gihîştina çekan, bihayên reqabetê, nermbûna sîyasî û potênsîyala têknolojîk ya mezinbûyî.
Her çend hevkarîya bi Rojavayê re berfireh dibe jî piranîya dabînkerên rojavayî tenê nû dest pê dikin ku ji perwerde, piştgirîya şêwirmendîyê û dîyaloga sîyasî derbazî firotina raste-rast ya çekan bibin. Di vî warî de îstîsnaya sereke Fransîya ye.
Rola Fransîyayê di vî warî de pir girîng e. Radarên GM-200, obûsên Caesar yên xweser û wesayîtên zirxî yên Bastion ne tenê nûjenkirina çekan in, lê di heman demê de nîşaneya modêleke nû ya hevkarîya parastinê ne. Bi rêya Fransîyayê, Ermenîstan derfetê distîne ku pergal, sênsorên nûjen û topên ku li gorî standardên NATO ê ne hebin. Fransîya tekane dewleta endamê NATO ê ye ku çekên kujer dide Ermenîstanê. Ev modêlek mînakî ye ku hevkarên din yên rojavayî divê lêkolîn bikin heger ew dixwazin cihêrengîya leşkerî ya Ermenîstanê li ser standartên rojavayî bê danîn.
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî jî beşeke girîng vê rastîya nû ye, her çend rola wê hîn jî ji pratîkî bêtir sazûmanî ye. Hevkariya bi alîyê amêrîkî re di warê pergalên bêmirov de berê xwe dide xuyakirin, nemaze piştî bidestxistina UAV-ên V-BAT. Lê belê, potênsîyaleke mezin heye ku hevkarîyê di warê amûrên ragihandinê yên parastî, sênsor, pergalên sîmulasîyonê, çerxên kontrolê û standartên perwerdehîyê de berfireh bike. Lê belê, prosêdurên kontrolkirina hinardekirinê yên tevlihev û nêzîkatiyek bi baldarî li hember hevsengiyên herêmî yên hesas nahêle ku Waşîngton bibe yek ji dabînkerên sereke yên çekên kujer ji bo Ermenistanê. Ev rewş rave dike ka çima Yêrêvan çekan ji cihê ku niha pêşnîyar here zêde peyda dibe dikire.
Ji bo Ermenîstanê, bazareke vekirî hem derfetan û hem jî gefan diefirîne. Ermenîstan îdî bi dabînkerekî tenê ve girêdayî nîne, û stratêjîyeke kirînê ya cihêreng dihêle ku Yêrêvan têknolojiyan bide ber hev, şertên guncawtir danûstandinan bike û ji girêdayîbûna lojîstîkî dûr bisekine.
Niha pirsa sereke ev e ku Ermenîstan wê heta çi radeyê bikaribe van hêmanên ji hev cuda di mêxanîzmayeke yekane û fûnksîyonal de bi hev re bike yek.Mînak, divê radar bikaribe daneyên çalak bişîne baregehên fermandarîyê û yekîneyên parastina hewayî. Agahiyên îstîxbaratê yên ji wesayîtên hewayî yên bêmirov têne wergirtin divê bi rengek bêkêmasî di wêneya rewşa giştî ya opêrasîyonên şer de bên nîşandan.Topxane divê bi radarên dijî-balafir, dron, ragihandinên parastî û pergalên kontrolkirina agir yên dîjîtal ve girêdayî be. “Kamîkaz” divê ne tenê di navnîşa envanterê de hebin, divê ew bi rêgezên keşfê, tespîtkirina hedef û angajmanê ve girêdayî bin.
Bi vî awayî, merasîma leşkerî ya 28 ê gulanê bû qonaxeke girîng ya veguhêztinê. Ermenîstan di dawiyê de ji avahîyekê artêşê ya piştî Sovyêtê, ku li ser bingeha Rûsyayê ye, ber bi modêleke nû, pirvêktorî û têknolojîk ve diçe.







