H’emû nûçeSereke

Me li pey hev sê stansîyayên atomî çêkirine:Paşînyan

Girîng e ku me hewl dane ku ewlehî û serxwebûna pergala ênêrjîyê zêde bikin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Kapasîteya stansîya Mêsamorêye atomî  400 mêgavat e. Ji sala 2018 a vir ve, me stansîyayên ênêrjîya rojê bi kapasîteya giştî ya nêzîkî 1200 mêgavatî çêkirine. Ev tê vê wateyê ku me bi bêdengî kapasîteyên wekhev bi kapasîteya sê stansîyayên atomî ava kirine, me sê stansîyayên atomî çêkirine”.

Paşînyan destnîşan kirîye ku “Yek ji rêyên sereke yên hevkarîya bi Yekîtîya Avropayê re wê avakirina îstasîyonên dêpokirinê di warê ênêrjîya rojê de be”.

Ewî her wiha dubare kirîye ku binesazîya ku di çarçoveya projeya TRIPP de dixebite wê asta ewlehîya Ermenîstanê di her warî de zêde bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button