H’ukumata Herema K’urdistanê bangî h’emû wezîrên berê kirîye, ku ew avtomaşîne û tiştên mayîne ku ji alîyê h’ukumatêda hatine dayînê, paşda veger’înin. “Bi wê yekêva t’evayî h’ukumata K’urdistanê pirsên ç’areserkirina r’êsûrsên wezîrên nû dinihêr’e û pêr’a jî bangî wezîrên berêye birêz dike, ku hebûna h’ukumatê paşda veger’înin, nava wanda avtomaşîne, mal, yan jî tiştên mayîn, yên ku hela hê li cem wan mane”,-wek’îlê h’ukumatê Cûtyar Adil nava e’lametîya xweda gotîye.Ji sala 2O14-da destpêkirî li K’urdistanê gele kirîzîs pêşda hatin, çimkî bahê neftê k’et, bûycêya ji alîyê Beg’daêda hate kurtkirnê, konflîkta t’evî DAÎŞ-ê destpê bû û li K’urdistanê nêzîkî mîlîonek 8OO h’ezar mihacirên ji Sûrîyaê hebûn.Wextê kirîzîsê xebatak’ara we’deda mi’aşa xwe nestendine û mi’aşa wan jî hatibû nîvîkirinê. Kabînêta wezîraye nû soz daye, ku dijî r’uşetxwerinê şer’k’arîyê bike û nava we’dê nêzîkda wê cûr’ê mexsûs bona zelalkirina kanîyên stendina p’era r’aberke.
Gotarên eynî
Alêksandrov: Rûsyayê erkên xwe yên parastina Ermenîstanê bi cîh neanîye û ji ber vê yekê tu kes nayê cezakirin
03.05.2024, 16:40
Yekîtîya Avropayê amade ye mecalê bide da ku Ermenîstan sîstêma xwe ya ewlehîyê pêş bixe: zanyarê sîyasî
03.05.2024, 15:45
Komîsîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya azaya dînî bangî hukumatê kirîye ku bona parastina îdarên çandîye li Qerebaxê fînansa başqekin
03.05.2024, 13:53
Herwiha kontr’ol bike
Close