Lîdêrê K’urdistana Îraqê, serk’arê partîya K’urdistanêyî Dêmokratîk Me’sûd Barzanî dêlêgasîya provînsîya Nînêvîyaê bi serk’arîya serokê Mansûr Al Marîd qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê alîya h’alê mihacira, yên ku ji Mûsilê û deşta Nînêvîyaê hatine K’urdistanê, û naxwezin veger’ine malên xwe, gotûbêj kirine, nenihêr’î wê yekê,wekî neh’îyên wan ji DAÎŞ-ê hatine azakirinê. Xeberdan usa jî derheqa dasekinandina Mûsilê û bêqezîyabûna wêda çûye. Li K’urdistanê dîsa ji mîlîonekî zêdetir mihacir hene, yên ku r’ûê pirsgirêkên bêqezîyabûnê û malên wane wêranbûyîda venager’ine cîyên xwe.
Gotarên eynî
Sîyasetmedarê kurdî li Tirkîyayê Salhedîn Dêmîrtaş bi wedê girtina ji 20 salî zêdetir hatîye cezakirinê
17.05.2024, 18:30
Banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê û ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşveçûna navneteweyî ji bo başkirina rêyên derbazbûnê yên welatên Kafkasîya Başûr mêmorandûmek îmze kirin
17.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close