Sîyasî

Pêntagon: ŞAY sîlih’kirina k’urdên Sûrîyaê berdewam dike

ŞAY  sîlih’kirina k’urdên Sûrîyaê berdewam dike. Nenihêr’î wê yekê,wekî bi dirêjaya sînorê  T’irk’îyaê zona Bûfêrîyê hatîye sazkirinê, ŞAY sîlih’a û têxnîka leşkerî dide k’urdên Sûrîyaê. Derheqa wê yekêda wek’îlê Pêntagonê K’rîs Mayr gotîye. “Em gelekî zelalin û e’yan dikin, ku çi sîlih’a dişînin”,-Mayêr gotîye. “Em her meh r’aberî T’irk’îyaê dikin, ku sîlih’a û transporta çawa didine qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk”,-ewî gotîye. Em bêjin, wekî koalîsîona bi serk’arîya ŞAY bi t’ifaqdarîya t’evî qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk şuxulk’arîyê dikin , ku DAÎŞ careke mayîn paşda neyê. K’rîs Mayêr usa jî daye dîyakirinê,wekî h’etanî niha t’evî qulixçîyên t’irkaye leşkerî pênc cara sînor kontrol kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button