Wezîrê Fransîyaêyî k’arên der Jan Îv Lê Dryan çûye Hewilêrê.Li Hewilêrê ew r’astî lîdêrê k’urd Me’sûd Barzanî, serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî û serekwezîr Me’srûr Barzanî hatîye. Xeberdan usa jî derheqa h’alê li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê, endamên DAÎŞ-yî girtîye ji Fransîyaê çûye.Wezîrê Fransîyaêyî k’arên der pêşda e’lam kiribû,wekî ewê li Îraqê biqeside û gotîye,wekî lazime t’evî seroketîya Îraqê p’evk’evin, bona ku bikaribin mêxanîzma meh’kemêye usa sazkin, bi alîk’arîya k’îjanê bikaribin wan h’emû ç’ekdarên DAÎŞ-ê meh’kemekin, nava k’îjanada usa jî fransiz hene.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close