SerekeSîyasî

“Beg’da p’ayt’extê Îraqêye, lê ne ku Hewilêr”-Heydar Al Abadî

Cîgirê serokê ŞAY Mayk Pêns r’oja şemîyê seredana nee’lamkirî  li Îraqê destpê kirîye, piştî çûyîna li baza amêrîkîye li Hewilêrê, r’astî serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî hatîye. Ew pêşda r’astî nevsên Beg’dayêye derecebilind nehatîye. Serekwezîrê Îraqêyî berê Heydar Al Abadî ew yek r’exne kirîye û daye dîyarkirinê,wekî bêyî seredana li Beg’dayê Pêns çûye Hewilêrê. Ewî gotîye,wekî Beg’da p’ayt’extê Îraqêye,lê ne ku Hewilêr. Derheqa seredana xweda Pêns li ber r’ojne’mevana şirovekirîye. Ewî gotîye,wekî di navbera ŞAY û cime’ta Îraqêda p’êwendîyên hevk’arîyê hene. “Me  Îraq ji dîktatûrayê xilaz kir. T’evî hevk’arên xwe me Îraq ji destê DAÎŞ-ê xilaz kir. ŞAY hazire t’evî wana hevk’arîyê berdewam bike, ku bo h’ukumat û cime’ta li wir bighîje meremê xwe, boy bêqezîyabûna we’dedirêj û gulvedanê”,-Pêns gotîye.Paşê ew çûye Hewilêrê, li k’îderê r’astî serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî û serekwezîr Me’srûr Barzanî, lê paşê şuxulk’arên sîyasîye mayîn hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button