Şeva duşemê ç’ekdarên DAÎŞ-ê êrîş birine li ser gundê k’urdayî li nêzîkî K’irkûkê. Binelîkî gund daye dîyarkirnê,wekî here kêm sê r’okêt k’etine nava gund.Ew gundê T’opze’vayêye, li k’îderê k’urdên kakayî dijîn.Ev gund jî dik’eve nava wa gotî “têrîtorîyaên hevr’aqayîlnekirî”, yê ku ji bin serk’arîkirina Hewilêrê derin. Hatîye r’agîhandinê,wekî wextê êrîşê t’u kes zyanê nek’etîye, lê binelîya zyana matêrîyalî dîtine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close