H’emû nûçe
Armên Sargsyan t’evî “Doha forûm”-ê bûye
Bi t’eglîfkirina Emîrê dewleta Qeterê, serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan t’evî forûma li Dohayê bûye. Forûm p’êşk’êşî pirsên sîstêmên serk’arîkirinê kirine. Armên Sargsyan nava xeberdana xweda derheqa dinîya globalda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî pêşer’oj wê li ser r’êsûrsên t’ebyetê neyê h’îmdanînê, lê ewê li ser govekên p’erwerdê, fikirdarîyê, têxnologîyaên nû bê danînê. Bi xeberdana derheqa Ermenîstanêda ewî gotîye,wekî Ermenîstan p’erwerdê, ulm û têxnologîya qîmet dike û li hev hatîye sîstêma p’erwerdê û zanistîêye baş sazkin.