Lîdêrê şih’îyayî e’yan Mûktada As Sedir careke mayîn dijî eskerên bîyanîye li Îraqê pêşda hatîye.Sedir gotîye,wekî bona bîyanîya li Îraqê cî t’une û bangî cime’tê kirîye, ku 24-ê meha çile berevbûna h’emmiletîyê t’eşkîlkin. Ewî usa jî gotîye,wekî wê dîsa de’wê ji h’ukumatê bikin, ku r’êformên fûndamêntal derbazkin.Ev axavtin girêdayî eskerê ŞAY-ye li Îraqêr’a pêşda hatîye.Destpêka vê mehê piştî kuştina gênêralê îranî Qasim Silêmanî frak’sîyaêyên şih’îyaye li parlamênta Îraqê r’êzolyûsîya qebûl kirin, anegorî k’îjanê bang tê kirinê, ku eskerên ŞAY û yên welatên mayîn ji Îraqê bidine derxistinê. Dijî vê qirarê k’urd û sunî pêşda hatin, yên ku çawa nîşana protêstokirinê ji sera civînê derk’etin.
Gotarên eynî
Sîyasetmedarê kurdî li Tirkîyayê Salhedîn Dêmîrtaş bi wedê girtina ji 20 salî zêdetir hatîye cezakirinê
17.05.2024, 18:30
Banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê û ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşveçûna navneteweyî ji bo başkirina rêyên derbazbûnê yên welatên Kafkasîya Başûr mêmorandûmek îmze kirin
17.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close