Dêlêgasîya K’urdistanêye derecebilind wê her’e Beg’dayê, bona ku hevr’axeberdanên bo sazbûna h’ukumata Îraqêye nû derbaske.Endamê parlamêntê Meh’med Emîn Faris gotîye Bas Nyûsê,wekî dik’evine nava dêlêgasîyayê nûnerên partîyayên K’urdistanêye sîyasî.Ewê t’evî hevdîtina serekwezîrê Îraqê Meh’med E’lewîbin, bona ku wê yekê îzbatkin,wekî mafê Herêma K’urdistanê heye ku wek’îlên xwe bona qulixên wezîrada pêşda bik’işînin. Serokê Îraqê E’lewî qulixa serekwezîrê nûda k’ifş kir.Ew hevr’axeberdana t’evî fr’aksîyaên îraqî û k’urdî derbaz dike bona ku alî sazbûna h’ukumata nû bike, ew jî wî çaxî wextê ku li welêt protêstokirinên dijî h’ukumatê derbaz dibin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close