Xêncî wê yekê ku r’ûê p’evçûyînên di navbera T’irk’îyayê û PKK-da nava binelîyên e’dilda meriv tên kuştinê û meriv tên cîguhastinê, bûyarên li ser sînorê K’urdistanê, bombebarandinên t’irka, malhebûna gundîtîyê dit’er’ibînin û usa dikin,wekî fêrmêr nikarin bixebitin.Van salên axirîyê T’irk’îya herdem opêrasîyona dijî PKK-ê mîyaser dike û bi wê me’nîyê eskerên t’irka carina bi k’ûraya 2O kîlomêtrî dik’evine Herêma K’urdistanê.Ji wî çaxîda çawa ku T’irk’îyayê ev opêrasîyona dawî destpê kirîye, r’ûê bombebarandinên t’irkada pênc binelîyên sîvîl hatine kuştinê. Bombebarandinên t’irka usa jî zyanê didine mal-avayên jîyînê, fêrma û h’eywanên gundîya. Fêrmêrên ji 9O-î zêdetir gunda, yên li neh’îya Zaxoyê nikarbûne r’ezên xwe berevkin, çimkî hinek cîya ew r’ez hatibûne şewitandinê, lê hinek cîya jî nikaribûne berevkin, çimkî t’irka bombebarandin mîyaser dikirin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close