
Eskerên amêrîkîya, yên ku li provînsîya Hesekêye k’urdaye li Sûrîyayê cîwarbûyîne, k’etine bin agirkirinên r’okêta. Derheqa wê yekêda pirêssa girêdayî h’ukumata r’êjîma Sûrîyayêva r’agîhandîye.R’ojne’ma “Al Wet’en”-ê r’agîhandîye,wekî ç’ekdarên nee’yan leşkerên amêrîkî li neh’îya Şe’dadîyê dane ber r’okêta. Feqet, ji kanîyên înformasyîone mayîn, t’u şirovekirin yan jî me’lûetîyên derheqa zyank’êşada t’unebûne.







