Nêzîkî h’ezar azêrîya zndetir dîsa li ser h’idûdê Adirbêcanê û R’ûsîyayê dimînin. Ew li ser têrîtorîya Dag’istanêne û hîvîyêne ku mecal çêbe ku ew paşda veger’ine welatê xwe-Adirbêcanê. Anegorî me’lûmetîya seroketîya wê neh’îya Dag’istanê Farîd Ah’medov, h’etanî 31-ê t’ebaxê li wir 96O meriv hebûne. Em bîr bînin, wekî ji destpêka r’êjîma karantînêye li Adirbêcanê, welatîyên Adirbêcanê nikarin paşda veger’ine welatê xwe, çimkî alîyê azêrîya h’idûd daye girtinê. Beşeke wan meriva jî li wan gundên Dag’istanêye nêzîkî h’idûd cîwar bûne.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close