Cotmehêda, nava doranên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda t’e’lîmên leşkerî wê derbazbin

Cotmehêda, nava doranên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda li Ermenîstanê t’e’lîmên leşkerîye bi navên “Ger’ 2O2O”, û “Hevk’arî 2O2O” wê derbazbin. K’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê gotîye,wekî ew t’eşkîldarî plankirîne û t’evbûna leşkera têr’a nehatîye dîtinê. “T’e’lîmê bi navê “Ger’ 2O2O” têr’a hatîye dîtinê, ku ji 23-a h’etanî 25-ê cotmehê bi t’evbûna organên ce’sûsîyêye serk’arîkirina hêzên cabdayîna lez wê bêne derbazkirinê. Wextê wan t’e’lîma, wê pirsên xebitandina organên ce’sûsîyê bidine pêşxistinê”,-Stêp’anyanê gotîye. Bi gotina wê, t’e’lîmê bi navê “Hevk’arî 2O2O”, wê ji 27-a h’etanî 3O-ê cotmehê derbazbin, wextê k’îjana wê pirsên hazirkirina opêrasîyona û derbazkirina wan bêne h’elkirinê. T’e’lîmên leşkerî wê li cîyê t’e’lîmaye bi navê “Bag’ramyan” derbazbin û welatên Endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv wê t’evî wanbin. T’evbûyên t’e’lîma wê pêşda li welatên xwe bêne têstkirinê. Li cîyê t’e’lîma h’emû qanûnên dijî koronavîrûsê wê bêne xweykirinê.







