Sereke
Sênatorê ŞAY: ez hêvîdarim, wekî ŞAY wê şaşîya sala 2O11-a newekilîne

Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Mark Grîn elam kirîye,wekî ew hukumî li ser Kongrêsê dikin ku eskerê amêrîkî li herêma Kurdistanê bimîne, “çawa nîşana razalixîyêye bona wan cangorîyên kurd û hêzên pêşmerga, yên ku dijî têrorê şer kirine”.
“Ez hêvîdarim, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê şaşîya sala 2O11-a newekilîne, çimkî çûyîna eskere ji Îraqê, wê careke mayîn neqewînbûnê û zêrandina pêşda bîne û wê yekê em niha li Afganistanê dibînin”,- Mark Grîn gotîye Kurdistan 24-ê.
“Em li Kongrêsê piştgirîya kurda dikin û berê xwe ji wan venagerînin.Em li ser wê qirarêne, wekî eskerê me li Kurdistanê bimîne çawa nîşana razalixîyêye bona wan cangorîyên kurd û hêzên pêşmerga, yên ku dijî têrorê şer kirine”,-ewî gotîye.







