H’emû nûçeSereke
Armên Sargsyan tevî serokê Qazaxstanê Qasim Comerd Tokayêv bi têlefonê xeberdaye

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan tevî serokê Qazaxstanê Qasim Comerd Tokayêv bi têlefonê xeberdaye.
Wextê qisê Tokayêvê serok derheqa gavên bona dasekinandina halê li Qazaxstanê û qeydê konstîtûsîyone li welêt xeberdaye.
Armên Sargsyan serxweşî daye malbetên kuştîya, lê birîndarara jî lezbûna qenc xwestîye.Serokkomar bi hêvîdarî gotîye, wekî zûtirekê li welêt aşîtî û qewînbûn wê bêne dasekinaêndinê. Armên Sargsyan usa jî derheqa qewînkirina heleqetîyên dostîyêye tevî Qazaxstanê daye dîyarkirinê.







