H’emû nûçeSereke
Paşînyanê serokwezîr tevî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl başqe qise kirîye

Li Bryûsêlê Nîkol Paşînyanê serokwezîr tevî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl başqe qise kirîye.
Nîkol Paşînyan halê li Arsaxê raber kirîye, derheqa pirsên hûmanîtarîda xeberdaye û derheqa pêwîstîya bersiva civaka navnetewîda daye dîyarkirinê.
Fikir dora pevketinên 14-ê kanûna sala derbazbûyî, yên wextê hevdîtina li Bryûsêlê destanî, hatine pevguhartinê.
Nîkol Paşînyan û Şarl Mîşêl usa jî cêrge pirsên rojeva dualî, yên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, gotûbêj kirine.







