
Girêdayî 8 salîya qetilkirinên li gundê Koçora, li Hewlêrê pêşengeh hatîye vekirinê.
Nava wêneyada qetilkirinên kurdên êzdî hatine dîyarkirinê û xêncî wêneya eşîya û kincên cangorîya hatine nîşandayînê. Gundê Koço 18 kîlomêtra dûrî Şengalêye û 8 sal pêşda ew ji alîyê DAÎŞ ê da hate êrîşkirinê. Bi hezara meriv nava encamên wan qetilkirinada bûne cangorî.











