Îdara sînorxweykira, ya li ser dergehê sînor, Bab -al Havayê, ya di navbera Sûrîyayê û Tirkîyayêda, hejmara mihacirên Sûrîyayê raber kirîye, kîjan meha îlonêda paşda vegerandine Sûrîyayê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hejmara wan mihacira, kîjan meha îlonêda paşda vegerandine li Sûrîyayê, gihîştîye 2O86 merivî, nava kîjanadanin jin û zarok.
Meha tebaxêda Tirkîyayê 2712 meriv paşda vegerandine Sûrîyayê.
Tirkîya li ser wê yekê dixebite û dibêje wekî ew meriv qanûna diteribînin, kartên xwe nû nakin, bo wê yekê jî ew wana paşda vedigerînine Sûrîyayê.