H’emû nûçeSereke
Serokê qeza Gêxarkûnîkê wekîlên mîsîya Avropayê qebûl kirine

Serokê qeza Gêxarkûnîkê Karên Sargsyan wekîlên mîsîya Avropayê, bi serkarîya Robêrt Tkaçûk, qebûl kirîye.
Meremê hevdîtinê ew bûye, ku cîda nasîya xwe bidine halê li wan gundên li rex sînor, yên ku piştî agrêsîya azêrîyaye 13-14 ê îlonê zyanê ketine. Serokê qezayê seredana wekîlên mîsîyayê silav kirîye û guhdarîya wan teglîfî li ser halê wan nehîya kirîye.Ewî gotîye, wekî ewê piştgirîyê bidine mîsîyayê, ku ew li hemû cîya biqesidin.
Wekîlên mîsîya avropî bona raberkirina înformasîyayên pêwîst, razalixî elam kirine û dane dîyarkirinê, wekî heger pêwîstbe, endamên mîsîyayê wê li zona sînor biqesidin û cîda nasîya xwe bidine hal.







