
Wekîla şêwira Sûrîya Dêmokratîk, ya li Waşîngtonê Sînem Mehmedê elam kirîye, wekî nêzîkbûna hukumatên Tirkîyayê û Sûrîyayê bona wê yekêye, ku admînîstrasîyayên Otonom, yên li bakûr û rojhilatê Sûrîyayê bidine tunekirinê.
“Nêzîkbûna herdu alîya li gorî berjewandîyên cimeta Sûrîyayê nîne. Her nêzîkbûneke di navbera Enqerê û Damişqêda bona wê yekêye, ku admînîstrasîya Otonom bidine tunekirinê”,- Sînem Mehmedê gotîye Kurdistan 24 ê.







